MINBIC – Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger, bi boneya 8’ê adarê, roja cîhanî ya jinê kedkar, meşekî li darxistin. Bi dehan ciwan û endamên saziyên sivîl û leşkerî yên kantona Minbicê beşdarî xwepêşandanê bûn.
Meş ji zeviyên kampê dest pê kir û bi qîrîna dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” gihişt qada kampê ya gundê El-Rasam. Pankartên pêşengên jinên ciwa şehîd Bişeng Brûsk, şehîd Sara Hogir Riha û şehîd Vejîn Jiyan û alên Rêber Apo, Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin hildan.
Ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêzgirtin hate girtin û piştre ji aliyê berdevka Desteya Ciwan û Werzîş ya Jin ve rêheval Buşra daxuyaniyekî hat dayîn. Di axaftina xwe de wiha got: “Em weke jinên ciwan bi bîranîna Heval Bişeng û Heval Sara de wiha dibêjin: Em 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin û soza mezinkirina têkoşîna jinên azad heta serkeftinê didin.”