SARA HOGIR RIHA navê xwe JI SAKÎNE CANSIZ ku bû navê tekoşîna azadiya jin girt. Feraseta ‘jiyana min her tim şer bû’ ji xwere esas girt. Şervana heqîqetê, li ser axa qedim ya Wêranşehîrê çavê xwe li dinyayê vekir. Ji ber welatparêziya malbatê di temenê xwe yê zaroktiyê de bû xwedî xeyalên bibe gêrîla. Tevî ku li zanîngeha Mêrsînê dixwend, nebû xwedî tercîha jiyanekî di nav sîstema kapîtalîst de jiyan bike. Wê xiyanet li xeyalên xwe yên zaroktiyê nekir. Li ser vî esasî, di sala 2011’an de, da ser şopa birayê xwe yê şehîd û tevlî nav refên azadiyê bû. Bi hestên tolhildanê dest bi tekoşîna xwe ya şoreşgerî kir.
Tevî ku di nav xebatên girîng yên jinên ciwan û ciwanan de cih girt û aktif rol leyst , lê vê astê ji bo xwe tu carî têrker nedît. Ji ber wê ket ser rêya rêbuyarên dûr û dirêj yên bê dawîbûnê. Berê xwe da çiyayên kurdistanê . Mekanê ku lê roj li jin, ciwan û gelê kurd hiltê. Bi germahî û ronahiya ku ji jiyana gêrîla di dil û mêjiyê xwe de hewandî, dawerivande kesayeta xwe. Kêlî bi kêlî bû xwedî tekoşîna ku esalet, pakî û xweşikiya ji xaka Rihayê girtî bi esalet, pakî û bedewiya PKK û PAJK re yek bike. Wê, derfet neda ji hest û fikrandinên ji bermahiyên dagirkirina kurdistanê tên. Dema wê behsa RÊBER APO, şehîdan, hevaltî û rêhevaltiya tekoşîna azadiyê dikir. ji çavê wê ronahiyekî bi qasî tîrêjên rojê dijwar û zelal dibiriqî. Ji ber wê bi kîjan heval û rêhevalên xwe re parve kir; bi dilnizmî, ked û enerjiya xwe ya herikbar re cihê xwe di dilê rêheval û gelê xwede girt.
Ew bû milîtana erkên şoreşê bê dudilî hilgre ser milên xwe. li kuderê pêwîstiya tekoşînê hebû berê xwe da wir. Di asta pêşengtî de bû milîtaneke jiyanî kirina paradigmaya RÊBER APO. Bi fikir û felsefeya RÊBER APO kesayeta xwe gurc û pêçkir. Ji ber wê her tim bi bawerî, biryar û îdaya azadiya fîzîkî ya RÊBER APO tekoşîneke bê hempa meşand. Li pey xwe mîraseke pir hêja ji jinên ciwan û ciwanên kurdistanê re hişt. Wekî ku H. SARA bi xwe jî tîne ser ziman ku bi tevlîbûna xwe ya di nav refên azadiyê de, bi taybet wekî jinekî kurd çiqas rumetdare, ya ku jinên ciwan û ciwanên kurdistanê jî rumetdar bike; xwedî derketinekî rast li mîrateya ku bi 10 hezaran şehîdan li pişt xwe hiştiye derketine.