DÊRAZOR – Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê, li herêma El-Kesra ya rojavayê Dêrezorê, jin bi beşdariya girseya pêkhateyên xetên bakur û rojhilat ên herêmê roja jinên kedkar ên cîhanê bi şahiyekî pîroz kirin. Ev şahî ji aliyê Kombûna Jinan a Zenobia hat li dar xistin.
Di pîrozbahiyê de pêşandanên hunerî û çandî û xalên ku dîroka jinan û êş û azarên wê yên di deh salên borî de li herêmê vedibêjin, hatin pêşkêşkirin.
Her wiha gelek axaftin hatin kirin û fedakariya jinan û desteserkirina wan di gelek aliyên rêveberiyê de hatin pîrozkirin.