HESEKE – Îro Jinên Ciwan ên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), bi durişmeya “Jin, Jiyan, Azadî, serbixe azadî, 8’ê adarê pîroz be” li ser asta kantona cizîrê panelekî derbarê roja cîhanî ya jinê kedkar li darxistin. 24 jinên ciwan girêdayî PYD û saziyên rêveberiya xweser beşdarî panelê bûn.
Panel bi deqayekî rêzgirtin li ser şehîdan dest pê kir. Her wiha, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ronahî li ser jin û rola jinên ciwan di civakê de nîvîsekî xwend. Di belgê de hat diyar kirin kû divê hemû jin di nava civakê de xwedî li xwe derkevin, xwe bi rêxistin dikin û rola xwe yê siyasî bilîzin. Di panêlê li ser du bendan hate nîqaşkirin. Di dest pê kê de rola jin û jinên ciwan di siyasetê de hat dest girtin, piştre nêrînê jinên ciwan hatin girtin û çareserî ji bo pêkanîna encamên nîqaşê hatin dayîn.
Panel bi berzkirina şîyara “Jin, jiyan, azadî” û “Bê serok jiyan nabe, hate bi dawî kirin.