QAMIŞLO – Îro li bajarê Qamişlo Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo komkirina imzeyan ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo 2 stand vekir. Stand li ber garajên bajarê bi alên Rêber Apo, Partiya Karkêrên Kurdistan (PKK) û Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin xemilandin. Gel bi coş imzeyên xwe dan.
Ev hemle tê meşandin ji bo mecbûrkirina ku Konseya Ewropayê û saziyên mafên mirovan ên navnewtewî bi erkê xwe rabin û li ser dewleta Tirk zext bikin da ku qanûnên navneteweyî pêkbîne.