NAVENDA NÛÇEYAN- Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de ji aliyê endamên Xeta Jin ve, îro li kampusa zanîngehê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Berxwedêr hate pîrozkirin.
Di çalakiya pîrozbahiyê de li ser navê Xeta Jin axaftin hat kirin. Di destpêka axaftinê de behsa pêkhatina dîrokî ya 8’ê Adarê hat kirin.
Di axaftinê de hat diyarkirin ku li dijî zîhniyeta ku jinê weke kedkar, karker, jinên serkeftî nabîne û jinan bêqîmet û meta dike, wê têkoşîna wekhevî û azadiyê bidome. Her wiha hat gotin; “Hevgirtin û têkoşîn bi ruhê berxwedanê ku me ji 129 karkerên tekstîlê girtiye, em ê bi dirûşima Jin jiyan azadi jina azad wek rojê bînin dinyayê.”
Piştî axaftineke kin ciwanên xwendekarên keç bi dirûşma Jin Jiyan Azadî û stranên govendê govend gerandin.
Tevahiya axaftinê wiha ye:
Beriya 167 salan di 8’ê Adara 1857’an de jinên karkerên tekstîlê li dijî saetên kar ên 16 saetan, mûçeyên kêm û şert û mercên nemirovî yên xebatê dest bi grevê kirin û serhildan pêk anîn. Jinan gotin ku ew ê êdî xebatên ku wan bêmirov dike qebûl nekin. Wê rojê 129 karkerên tekstîlê ku piraniya wan jin bûn, di encama şewata ku di wê fabrîqeya tekstîlê de derketibû, ji ber ku nekarîn xwe ji barîkatên li ber wan û deriyên kilîtkirî birevin, jiyana xwe ji dest dabûn. 8’ê Adarê ji wê rojê ve bûye roja têkoşînê. Ev agirê ku di 8’ê Adara 1857’an de li New Yorkê bi berxwedana 129 karkerên tekstîlê ku piraniya wan jin bûn, bû bingehê tevgerên jinan ên li welatên din, ev agirê ku hin caran bi coş û carna jî bê rawestan dewam kir. Ev agirê ku qet venamire, her sal bi pêşengiya jinên ku dirûşma “Bê jin şoreş nabe, jin bê şoreş nayê rizgarkirin” ji xwe re gurtir dibe. Di dema ku fermana feodal a bûrjûwaziyê bi rêbaz û êrîşan hewl dide jinan bifetisîne, em 167. salvegera 8’ê Adarê bi rihê berxwedanê yê bi hêrsa tûj a li dijî êrîşên li ser nasnameya jinê û qadên jiyanê bi hemû îmkanên pergalên serdest ên mêr pêşwazî dikin. Têkoşîna me ya wekhevî û azadiyê li dijî zîhniyetên ku jinan weke kedkar, karker, jinên serketî nabînin û jinan bêqîmet û meta dikin, berdewam dike. Em 8’ê Adarê roja yekîtî, hevgirtin û têkoşînê bi ruhê berxwedanê yê ku ji 129 karkerên tekstîlê girtiye pêşwazî dikin. Em ê bi dirûşima Jin jiyan azadi jina azad wek rojê bînin dinyayê. Em ê ji bo pêşerojeke ku jin teşe negirin û termînolojiyên xerab ên li ser jinê ji holê rabin têbikoşin. Em 8’ê Adarê Roja Têkoşîna li hemû jinan pîroz dikin, em her tim hebûn û em ê her tim di her aliyê jiyanê de hebin.
Silav li kesên ku 8’ê Adarê afirandin!