NAVENDA NÛÇEYAN- Hejmara taybet a 8’ê Adarê ya kovara Jîlemo, weşana fermî ya Komalên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê KCR û Yekîtîya Jinên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê YJCR hate çap û belav kirin.
Di vê hejmarê de bîranînên Şehîdên tevgera Apoyî, jiyana Şehîd Sara Hogir Riha û Şehîd Bîşeng Brûsk, rol û pêşengtiya jinên ciwan li Rojhilatê Kurdîstan û îranê hatine şirove kirin.
Beşek sernivîsên mijarên vê hejmara kovarê; “Peyama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê YJCR”, “Îdeolojiya Rizgariya Jin? Têkoşîn, Çima Jineolojî”, “Nameyêk ji Şehîd Şîrîn Elemhûlî”, “Îdeolojiya Azadiya Jin û Tolhildana 8’ê Adarê”