NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz ku ji bo jinên ciwan ên Bakur û Tirkiyeyê 2 mehan carekê tê weşandin, bi temaya hebûn û Vejînê hejmara Adar û Nîsanê hat weşandin.
Di vê hejmara kovarê de bi sernavê Hebûn û Vejîn de gotar û kategoriyên curbecur ên 4, 8 û 21’ê Adarê tên pêşkêşkirin bi perspektîfên Rêbertî û Jinên Ciwan re helwesta jinên ciwan a li hember pêvajoyê divê çawa be dide diyarkirin.
Bi perspektîfa xwe ya pêşî a bi navê “Meşên Herî Xweşik Meşên Nîsanê ne” û bi perspektîfa jinên ciwan a bi navê 8’ê Adarê Jin û Jiyan, ji bo ronîkirin û hişyarkirina jinên ciwan perspektîfên xurt pêşkêş dike.
Wekî din, di nivîsa dosyayê ya kovarê de qala Vejîn û Jiyan tê kirin, di beşa portreyê de jî Rehşan Demîrel a ku li Kadifekale bûye meşale tê vegotin. Ev hejmara kovara Jinên Ciwanê Welatparêz jî beşên taybet pêşkêşî xwendevanên xwe dike.
Kovara ku xwendevanên xwe bi gelek kategoriyên din perwerde dike, di hejmara xwe ya nû de hişyariya rêxistinbûnê didomîne.