ÎTALYA – Endamên Kolektîfa Ex Caserma Liberata, ji bo bîranîna şehîd Bişeng Brûsk û Şehîd Sara Hogir Riha yên pêşengên Tevgera Ciwan û Jinên Ciwan ên di 28’ê Tîrmehê 2023’an de di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst a dagirker de şehîd bibûn, bi bîr anîn û ji bo protestokirina şer û polîtîkayên qetlîamê yên dewleta Tirk a qirker daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser herdu şehîdan bi kurdî û îtalî nivîsîbû, Şehîd Namirin hat hilgirtin. Her wiha di daxuyaniyê de endamên kolektîf ên Ex Caserma Liberata diyar kirin ku ew ciwan û jinên Kurdistanî yên ku bi lehengî şoreşgerî li dijî dewleta Tirk a faşîst li ber xwe dane silav dikin û gotin, “Em dilsozî û piştgiriya xwe ji hemû hevrêyên şehîd re dişînin. Şehîd Bişeng û Sara ku rêhevaltiya xwe kirin û di rêya rizgariya Konfederalîzma Demokratîk de pêşengî kirin.”
Tevahiya daxuyaniyê wiha ye:
“Em ciwan û jinên Kurdistanê yên ku li dijî dewleta Tirk a faşîst bi coş û cesareta şoreşgerî li berxwe didin û têdikoşin dikin silav dikin. Em dilsozî û piştevaniya xwe ji hemû rêhevalên Şehîd Bişeng û Şehîd Sara re dişînin ku rêhevaltî û pêşengtiya rêya rizgariya Konfederalîzma Demokratîk kirin.
Em wek Kolektîfa Ex Caserma Liberata; Em qadeke sosyal ku ev deh sal in bûye hêlîna xebatên siyasî û çalakiyên civakî ji nû ve zindî dikin. Deh sal in me cihê lê mimkûne enternasyonalîzm û Rêxistinbûyîna cewherî ve me bajarên xwe kir tevgerê. Em bira û rêhevalên her kesê li cîhanê ji bo cîhanek azad têdikoşe; Dijminê me otorîterîzma paşverû ye ku pîvan û pişta modernîteya kapîtalîst e. “Em ji bo ku mirovahî ber bi cîhanek bê asteng û sînor ve biçe, ku her kes tê de xwe ewle, azad û bextewar hîs bike, parêzvaniyê dikin.”
Biji Berxwedana Rojava!
Jin, Jiyan, Azadi!