GENT – Li bajarê Gent ê Belçîkayê bi pêşengiya endamên TekoJIN (Tevgera Jinên Ciwanên Tekoşer) bi beşdariya sedan kesî bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê meş û mîtîngek girseyî hat lidarxistin.
Jinên ku xwestin 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz bikin, bal kişandin ser îstîsmara jinê ya ji aliyê zîhniyeta serdest a mêr û şîdeta mêr a li ser jinê.
Di meşê de dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin û dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Bijî Berxwedana Gerîlla” hatin berzkirin.
Çalakgeran her wiha berxwedana bi rûmet a gerîlayên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çalakiyên şoreşgerî derbên giran li dijmin xistin, bi sirûda “Zap Zapê” silav kirin.