SILÊMANIYE- Jinên ciwan ên Başûrê Kurdistanê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi daliqandina wêneyên şehîd Sakîne Cansiz, Leyla Qasim û gelek jinên berxwedêr ên Kurd pîroz kirin.
Her wiha 400 nergîs li cihên giştî yên Silêmaniyê li jinan hatin belavkirin.
Jinên ciwan diyar kirin ku ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ev yek kirine û destnîşan kirin ku felsefeya jin, jiyan û azadiyê çavkaniya herî mezin a îlhama wan e.