HAMBÛRG – Li Hambûrgê di 8’ê Adarê de ji aliyê îtîfaqeke berfireh a komên cuda û sendîkayan ve xwepêşandanek hate lidarxistin. Zêdeyî 9000 kes beşdarî xwepêşandanê bûn. Xwepêşandan bi pêşengiya tevgera jinên Kurd pêk hat. Çalakî ji aliyê TekoJIN a Hambûrgê û Meclîsa Jinê ya Rojbîn ve hate lidarxistin.
Jinên ciwan ên endamên TekoJIN’ê bi pankarta “Em her roj 8’ê Adarê çêdikin” cihê xwe di çalakiyê de girtin. Jinên ciwan metna pankarta ku Rêber APO ji Îmraliyê bi wesîleya 8’ê Adarê şandibû xwendin. Rêber APo di wir de gotibû ku “Berî her tiştî ez dixwazim bibêjim ku ez matmayî me ku 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê tenê rojekê tê pîrozkirin. Xwedîderketina hemû rojên bi jinan re û azadî parçeyekî jiyanê ye.”
Di pankartê de wêneyên Endama Komîteya Ciwanan a PKK’ê û Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Şehîd Bişeng Brûsk û Endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan Sara Hogir Riha ku di 28’ê Tîrmeha 2023’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibûn, hatin hilgirtin.
Di çalakiyê de timî dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.
Çalakî: “Em jin li kolanan û Jin Jiyan Azadî diqîrin, êdî jin zêdetir vê dirûşmeyê nas dikin. Divê em vê yekê tu carî ji bîr nekin: koka Jin Jiyan Azadî di tevgera azadiya Kurd de, têkoşîna jinên Kurd û gelê Kurd e. Ev dirûşme ji aliyê tu tevgerê ve divê bi xerabî neyê bikaranîn û îstîsmarkirin û kî bêje ‘Jin Jiyan Azadî’ divê îdeolojiya tevgera jinên Kurd jî bi cih bîne.”