Di serî de Newroza Rêber APO, Newroza gelê Kurdistan û gerîlayên Kurdistan bi taybetî jî hemû çeperên şoreşa Kurdistanê de welêt û derveyî welêt têkoşîn dikin, hemû berxwedêrên zindanan em Newrozê pîroz dikin. Wekî ku hun jî dizanin PKK, Partiyeke Newrozê ye. Di sala 1973 an de yekemîn car pêvajoya Newrozê de bingehê avakirina PKK hate danîn. Bi pêşengtiya Rêber APO û çend hevalên sazûmankarê tevgera azadî Newrozê de bingehê Partiya Karkerên Kurdistan hat danîn. Bi vî salvegerê re 51 sal dibe. Bi newroza 2024 re dibe 51 sal. Wan 51 salan da têkoşîneke dijwar meşiya ye. Mirov dikare bêje PKK partiyeke newrozê ye Serokatî jî wisa pênase dike . Newroza 50 saliyê jî azadiya Rêber APO, 51 salî jî ber bi azadiya Rêber APO, ber bi destkeftên şoreşa Kurdistanê di asta herî bilin de şoreşa Kurdistan tê jiyan kirin . Wateya girîngiya newrozê tê zanîn, misoger bûye. Newroz wekî dîrokê ne tenê ji Kurdistanî yan re girîngê heman demê ji gelên Rojhilata Naverast, Asya, kismekê Qafqasya jî girînge û heta niha pîroz dikin . Di esasê de li hemberê desthilatdarî û zilma heyî rabûna gelên bindeste. Dîroka vî tê zanîn ji ber vê ne hewceye ku em dubare bikin. Lê belê newroza esasê bi pêşengtiya kawayê hemdem heval Mazlûm Doxan re wateya xwe girt. Hûn jî dizanin hevalê Mazlûm Doxan pêşengekî tevgerê azadiye ye . Yekemîn sazûmankarî vî tevgerê ye. Endamê kongreya yekemîn a avakirina PKK ê ye û koma yekemîn a PKK ê ye. Yek jî yekemîn car aliyê propaganda û ajîtasyonê de wekî Komîteya propaganda ajîtasyon û perwerde, çapemenî de berpirsyare. Hevalê Mazlûm Doxan di sala 1982an roja 21ê adarê de li hemberê destlihatdariya faşîst a cuntaya 12ê îlonê û nêzîkbûnên wan yên derveyî mirovahî û derveyî anora mirov ji bo anor û aramiya xwe biparêze û dîsa bingehê berxwedanî û azadiyê binexşîne çalakiya dîrokê pêkanî . Hevalê Mazlûm Doxan wekî lehengekî pêşengiya şoreşa Kurdistanê de hevalekî pêşengekî PKK ye . Bi wan lehenganan hûn dizanin wekî Rehşan Demîrel, Zekiye Alkan, Berîvan û Ronahî yan hemû ji bo vî xetê bi nav bikin û dîsa pêvajoya xwedî derketina xeta Mazlûm Doxanan da wek Şeva Çaran tê zanîn li hemberê zilma zindana Amedê ya destê faşîstên cuntayê Tirk tê meşandin, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengîn û Eşref Anyikan pêk anî û dîsa lehengên mezin a 14ê Tirmehê pêvojoya şoreşa Kurdistan misoger kirin. Wan hemû yan bi dil û can bibîrtînin. Dîroka lehanga ne. Di esasê de çawa ku Kawayê Hesinkar li hemberê Dehaqê, zilmkarê dîrokê serî xwe hilda pêşengekî Kurd û Kurdewarî bû evqas sal şûnde jî wateya newrozê weke agirê newrozê pîroz kirin. Nîşana azadiya gelên bindest bû li hemberê zilman. Piştî evqas salan hevalê Mazlûm Doxan hemdemê sedsala 20an de 1982 ê de vî agirê bilind kir. Ji ber vî newroz li hemberê faşîzma cuntaya 12ê Îlonê ya dewlata Tirk a vî demê ango Kemalîzma heyî sekneke azadî û sekneke lehengê ye. Ev 51 salan de jî vî lehengtî xeta Mazlûman , Mehsûman, Berîtanan û Zîlanan de herî dawî jî fermandariya giştî ku ji me re ferman dide di kesayeta Heval Erdal û Rojhatan de 1ê cotmehê 2023an de li paytexta Enqerê de asta fedayîtî de bingehê newrozê ji nûve hate nûjen kirin. Sedsala 21emîn an de jî xeta Mazlûm Doxanan , xeta newrozê û xeta xwedî derketina cejna azadiya gelên Rojhilata Navîn bi taybetî jî cejna gelê Kurdistan hevalên fedaî hemû çeperên şoreşa Kurdistanê de pêşengiya Rojhat û Erdalan û pêşengtiya fedaiyên şer de jiyan dikin hemû erdnîgariya Kurdistan Bakur, Başur, Rojava, Rojhilat û derveyî Welêt bi taybetî jî çeperên Heremîn Parastina Medya Zap, Avaşîn û Metîna de yê ku lehengtî tê jiyan kirin, xeta bingehê azadiya Newrozê ye . Li van deran de hemû bedelên ku tê dayîn, ev 51 salan de ciwanin. Ji ber vî hevalê Mazlûm jî ciwan bû û ciwantiya xwe de lehengtî temsîl kir. Lehengên êdî zindî ne, ji dîrokê re bûyîne mal. Her weha îro jî di esasê de ciwan rengê Newrozê, rengê azadî, rengê agirê, bilindbûna gelên bindest, pêşengtiya şoreşa PKK wekî partiyeke newrozê pêk tînin. Ev xal pir girînge. Wateya girîngiya vî di esasê de misoger bûye, ji dîrokê re bûye mal. Lê belê, gav avetineke û pêvojeyeke dîrokê jî ji bo destkeftiyên şoreşa Kurdistan avaker, rola xwe ya yekemîn ji destpêke heta îro jî berdewam dike. Rêber APO îro jî pergala komkujiya navnetewî hate çêkirin. Vî pergalê de berxwedanekî mezin dide kirin. Pêşengtî dike. Ji bo gelên cihanê û gelên bindest û ji bo ciwanên pêşengên şoreşa cihanê de gerdûnê de rol bileyzin , rê ya ronahî vekir, fikr û ramanê xwe re. Wek netewa demokratîk wek civaka demokratîk wek konfedaralîzma demokratîk rêyên agirê newrozê gêş kiriye, Rêber APO ye. Ji ber vê yekê em berxwedana Rêber APO ya 25 sal ku derbasê 26 sal bû li pergala komkujiya Îmralî da jî vî berxwedana mezin silav dikin. Her ciwanekî/ê bixwaze vî pergalê bişkine û têbikoşe hewceye ku di mêjî, vîcdan, nîyet, exlaq û fikr, zikir û çalakî de Rêber APO jiyan bike. Rêber APO wisa pênase dike û dibêje ‘‘Me ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî serbikevin.’’ Ciwanê pêşengiya newrozê qadên bi taybetî Kurdistan, qadên berxwedanî hemû têkoşînê şoreşa Kurdistan têne jiyan kirin. Welêt û derveyî welêt hemû cihanê wê pêşengiya beşdarbûna girseyî ya reng a reng û deng a deng xeta konfedaralîzma demokratîk ciwanên şoreşgerên Kurdistanê wê bê jiyan kirin. Girînge tabî, ji ber vê wateya vî mirov pênase bike, gelekî berfireh dikare bîne ziman. Cewherî mirov dikare bêje, 2024 azadiya Rêber APO ya fizîkî were pêşxistin, gav avêtina 10ê cotmehê ya dostên şoreşa Kurdistanê ku pêş xistin, hemû deverên Kurdistan da Bakur, Başur, Rojava û Rojhilat û gerdûnê hemû xeta Entarnasyonalîzm, xeta azadîxwaz, xeta demokrasî, xeta sosyalîzmê de beşdarbûna mîlyonan ciwanan ve hem fizîkî hem jî mêjî û zîhnî, exlaqê xwe bi rêxistin kirin, bîrdozîk û polîtîk xwe pêş xistin, xwe perwerde kirin û bi girseyî laşê xwe re dorpêç kirina Rêber APO de agirê Newrozê re pîroz kirin mirov wate dide. Bi vî awayî em dikarin binîrxînin.
– Ji bo pêngava ji Rêber APO re azadî û pirsgirêka Kurd re çareserî hat destpê kirin , Ev newroz çawa vî pêngavê pêşwazî bike ji aliyê ciwanan ve? Tevlîbûna ciwanan ya vî newrozê di esasê de tevlîbûna Rêber APO be û bi vî şeklî em bikaribin Rêber APO her derî re berbelav bikin . Bi taybetî jî Bakurê Kurdistanê û Tirkiye ji bo vî ev newroz tevlîbûna ji Rêber APO re were dest girtin. Fikr û felsefeya wê û hemû rêxistinbûyîna xwe, hemû çalakiyên xwe di asta serhildanê de pêwîste vî çarçoveyê de be ku em bikaribin azadiya fizîkiya Rêber APO pêk bînin.
Belê, pêvajoya newrozê hem di dîroka Kurdistan de hem jî di dîroka PKKê de pir girînge, bi taybetî jî ciwanên şoreşa Kurdistanê de girînge. Me anî bûn ser ziman ku, lehengtiya heval Mazlûm Doxan xeta ciwantî de derket holê. Agirê ku ji aliyê zilmkar û zaliman ve vemirandin, ji nûve hate pêxistin. Deşt û çiyê, bajar û navçeyên hemû deverên erdnîgariya Kurdistan, ev agir hate bilindkirin. Rengeke girseyî wekî cejneke azadiya gelan bi pêşengtiya gelê Kurdistan hate mezin kirin. Ciwanên Kurdistanê jî vî zîhnîyetê 51 sal jiyan dikin û tevlî dibin. Yên ku vî destkeftiyan re roleke pêşengtî kir heta niha jî berdevam dike , rola Rêber APO ye. Tevlîbûna Rêber APO, tevlîbûna girseyî têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye. Şertên ewlehî û tendurîstî misoger kirine ye. Ji ber vê yekê li hemberê tecrîtê, li hemberê siyaset û polîtîkaya komkujiya Îmralî, sekna ciwanan beşdarbûna gav avêtina ji bo azadiya Rêber APO ve misoger dibe. Ji bo vî meşa mezin a esasê niha dibêjin meşa azadî, bi Rêber APO re destpê kiriye. Rêber APO di sala 1970an û vir de destpê kir û zayîna yekemîn û duyemîn bi taybetî jî zayîna seyemîn li Îmralî de jî pêşxistina civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jin de gihişt asta pergala netewa demokratîk, îro jî şoreşa Rojava da mînakeke giringê û ji bo şoreşa Kurdistan da hatiye sazkirin ev têkoşîn tê vî wateya ku meşa mezin a Rêber APO ye. Ji bona vî meşa mezin weke kadro û mîlîtanên vî tevgerê yek jî ciwanên welatparêz, şoreşger, demokrat, dost, dilxwaz yên ku fikr û ramanên Rêber APO qebul dikin, hawirdorparêzin û curbecur nêrînên cuda cuda ji bo xizmeta mirovatî û demokrasî dikin herkeseke ciwan Kurd û ne Kurd, xetên azadîxwazî de hewceye ku vî derheqê de tevlîbûneke mezin ji newroza 2024ê re misgoriya azadiya Rêber APO re temam bikin. Ji bona vî ev 25 sala berxwedana Rêber APO ya pergala Îmralî êdî neyê qebul kirin û sekinandin lazim e. Bi Pêşengiya PKK û PAJK ve têkoşîna mezin tê meşandin. Gav avêtina ji bo azadiya Rêber APO weke kampanya ne tenê îro re sînordar û destpê kiriye, berê vî jî ango destpêkirina komploya navnetevî di sala 1998ê û vir ve fedekarî û fedayîtî tê kirin . Hemû pêşengiya ciwanên Kurdistanê, ciwanên şoreşger, sosyalîst û hawirdorparêz ve tê kirin. Ger ku ciwanên şoreşger, sosyalîst hawirdorparêz bi van nirxan re girêdayîne , vî çaxê gav avêtina ku 1ê cotmehê 2023an de destpê kir îro jî pêl bi pêl belav dibe, hemû welatên cihanê bi rengê xwe re çi ji meşan bigre çi ji mîtîngan bigre çi ji bi awayekî girseyî bigre çi ji name şandinê re bigre çi ji bi hezaran parêzvan ji bo serdana Rêber APO serlêdan kirinê bigre çi ji roja xwendina Rêber APO bigre ango ji hemû milan de kampanyaya mezin kirina ji bo azadiya Rêber APO erka ciwanan e, tevlîbûna mezin jî ev e. Bêgûman ev tevlîbûn, tevlîbûna bîrdozîk e, siyasî ye, rêxistinê ye û leşkerî ye curbecur e. Ciwanên Bakurê Kurdistanê jî vî mijarê de asta yekemîn de hewceye ku xwe berpiryar bibînin. Gelekî rêxistinên wisa hene, bêgûman derdorê van rêxistinan, van saziyan lazim e xwe berfireh rêxistin bikin. Weke YCWK ( Yekîtiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistan) her weha rêxistinên siyasiyên ciwanan, rêxistinên hawirdorparêzin ciwanan, rêxistinên sosyalîsta ciwanan ango derdorê hemû rêxistinan bi taybetî jî pêşengiya rêxistinên ciwanên Apogerî , ciwanan radîkal ku pergalê diguherin û pêşerojiya mirovahî misoger dikin. Tenê yek alternatîf dizanin ev jî ji bo mirovahî û hemû zindiyên gerdûnê, jiyaneke nû xwe berpirsyar dibînin û beşdar dibin. Ev rol , rola ciwanên Bakurê Kurdistanê ye. Ciwanên Bakurê Kurdistanê rojekî tenê tevlîbûyîna newrozê ne, rihê agirê ku ji Mazlûm Doxan ve hate pêxistin bi vî şewazê hem beşdarbûna Rêber APO hem jî beşdarbûna gerîla pêwîste ji xwe re esas bigrin. Heman awayî hemû qad û beşên şoreşê fena xebatên çand û hûner, çapamenî û xebatên civakî hwd. beşdarbûyînê ji xwe re esas bigrin. Weke encam , beşdarbûna hemû xebatan xîzmeta şoreşa Kurdistan dike . Ger ku Bakurê Kurdistanê de ciwan bi awayekî girseyî ne, polîtîkayên dijmin bi taybetî rejîma şerê taybet a AKP-MHP yê ku li hemberê çanda civakî ne û dixwaze hemû civaka Kurd bişaftinê re derbas bike li hemberê van kiryarên qirej têkoşîn kirin bêgûman xeta Apogerî û yên ku rêxistinên bi vî xetê ji xwe esas digrin re gengaze. Bi vî rih, zanîstî û têgehê ciwanên Bakurê Kurdistanê, pêwîste ne tenê saziyan hemû qad û deverên Kurdistanê de rola xwe bileyzin. Heta ne tenê kûçeyan, dibistanan, cihê karxaneyan, cihê ku civaksazî lê tê jiyan dikin hemûyan , bi taybetî jî zanîngehan û hemû milan da ciwanên welatparêz û şoreşger rola xwe ya pêşeng xwedî derkevin , xwedî derketin jî fikr û ramana Rêber APO re derbas dike û tevlîbûyîna rast jî ev e . Herî radîkal jî xwe gihandina xeta ku parastina gelê Kurdistanê , gerîlayê Kurdistanê ye pêl bi pêl xwe bigîhinin refên gerîla. Yên ku nikarin xwe bigîhinin gerîla, ji nav refên welatparêz û şoreşgeran da cihê xwe aktîf bigirin.
Girêdayiya rewşa dawî ku hun jî behs kiribûn, beriya ev 51 yek sala piştî civîna bendavê Çubukê weke tevger, me destpê kir ango me bi newrozê re destpê kir ji vî rojê û heta roja me ya îro em êdî bûne tevgereke mezin ya cihanê niha di aliyekî de ev tevger bi berxwedaneyeke bêeman ya ku bi awayekî dijwar Heremîn Parastina Medya gerîla ji vî berxwedanî û têkoşînê re pêşengtî dike. Ciwan vî mîrateyeke ku şehîdan hiştiye, vî mîrateyeke ku bi hezaran ked û bi xwîn re hatiye şuştin pêwîste tevlî vî şoreşê bibin. Her ciwanên Bakurê Kurdistanê, Tirkiye êdî Bakur de polîtîkayên pir qirej tê ne meşandin li beramberê helwest û bersiva ciwanên Kurd pêwîste tevlîbûyîna gerîla be, berê xwe dayîn û pêşengtî kirina ji vî şoreşê re be. Bi vî awayî em bikaribin şoreşa Kurdistan serbixin di vî çarçoveyê de van tevlîbûyîna partiyê esas bigrin.
Belê gav avêtineke giştî û dîrokî vî demê berê jî dihate kirin. Pêşengiya Komalên Ciwan tê kirin , Komalên Ciwanên şoreşger esas xeta Apogerî têdikoşin . Ev e girînge bêgûman ji bo azadiya Rêber APO xebat her tim tim û daîme. Lê hîn pêvajoyên dîrokî bi awayekî girseyî rol dileyzin hene, weke pêvajoya 15ê sibatê, 8ê adarê, 21ê adarê, 4ê avrelê. Hûn jî dibînin ber bi 15ê sibatê ve gelekî meşa azadî bi hemû kolanên de ji aliyê pêşengtiya ciwanan ve xebatên şoreşgerî de jî welatparêzê de jî dimeşe. Diyare ku 8ê adarê û 21ê adarê jî bigîhîne asta herî jor de, ber bi 4ê avrelê jî roja dayikbûna Rêber APO û rojbûna Rêber APO esas weke sembolîk jî be gihaştina rojbûna hemû ciwanên şoreşgerên Kurdistanê bigîhije asta mîlyonan mirovan. Ev weke gav avêtineke stratejîk divê mirov binav bike . Xûyaye ku ev şoreş mezin dibe, hemû milan da ev tê dîtin . Ji ber vê ciwanên Bakurê Kurdistan bi taybetî Kurdistanê, ciwanên derveyî Kurdistanê jî lazime pêşengiyê vî pêvajoya Newrozbûyînê re asta biharbûyînê beşdarbûna xwe ya gerîla çêkin . Ango ya rast ev e , ya radîkal ev e. Yekî ku bêje ez biwijdan im, biexlaq im, pêşengê ciwananim wê rêka xwe bibîne; astengî pêşiya vî nîne ji bo jiyaneke nû ango van pirsan ji xwe bike ez ji ku derê destpê bikim , ez ê çawa jiyan bikim , ez van mijarên heyî de nikarim êdî tehammul bikim ya rast ev e ye ez azadiyê misogerê têkoşînê de xebata şoreşgerî de xebata xîzmeta gelê Kurdistan û mirovahî de dibînim vî çaxê tevlî nava refên gerîla be . Ji ber vê yekê ya rast ev e ye rihê Newroza 51 salî, rihê Newroza Rêber APO, rihê Newroza partîbûyîna gelê Kurdistanê refên partiyê, refên HPG û YJA-STARê hezaran heta dehhezaran têr û tijî bikin . Çi hincêt û sedem nîne ku ciwanên Kurdistan û ciwanên welatparêz û şoreşger , ciwanên ku piçekî ax û ava xwe enerjiya Kurdistanê girêdayî bin, xwe bide sekinandin, cihekî bisekinin yan dest û lingê van bêne girtin ne pergala faşîst û qirker lazim e ne asteng be . Ne şerê taybet ne jî ev jiyanê ku şexsî û berjewendiya xwe difikire , yê ku ber bi malbatgerî ve û teng bûyînê ve hemû têkoşîna şoreşa Kurd û Kurdistan , şoreşa gerdûnê ya demokrasî û azadiyê berê ciwanên şoreşger , ciwanên Kurdistanê bibe çiyayên Kurdistanê . Tevlî refên gerîla bin ya rast ev e ye . Beşdarbûna rast jî ev e ye . Zaten niha jî tê dîtin pêl bi pêl wê tên hemû milan de ber bi şoreşa Kurdistanê hatin derveyî welêt , ciwanên hemû cihanê ku xwe berpirsyarê şoreşê û pêşeroja mirovahî dibînin berê xwe danînê şoreşê . Ev e êdî bigîhijine yanî lê belê mîlyonan ve divê were temsîl kirin. Ev e misogeriya jiyaneke pêşerojeye . Ango gerîla çiqasî mezin bikin çeper girtina vî evqas misoger be . Misogeriya şoreşa Rojava evqas saxlemtir be . Şoreşa başur û bakur , rojhilat bi taybetî jî şoreşa Kurdistana giştî mezin bûna gerîla hem çawanî hem jî çendanî misoger bike ev e jî beşdar bûna ciwanên Kurdistanê ye . Zaten tê dîtin hezaran ciwan berê xwe danîne hê jî pêl bi pêl wek pêşbinê ye me vana ne . Ev pêşbinêyan em ê bibînin ku gerîlayên Kurdistanê newroza 2024an ji Amedê bigre heta Mehabadê, ji Hewlêrê bigre heta Qamişlo, ji Rojava bigre heta Rojhilat , Bakur û Başur ango hemû deverên Kurdistanê , ciwanên Kurdistanê , ciwanên ku xwe berpirsyarê mirovahî û nirxên gelê Kurdistanê dibînin lazim e li nav refên gerîla de cihê xwe bigirin . Derveyî wê jiyan ji bo van heram û divê neyê qebul kirin . Em ser vî esasê dubare, Newroza hemû ciwanên Kurdistanê bi rêya weşana we pîroz û silav dikin . Em dibêjin pêl bi pêl rêya vekirî tevlîbûna Rêber APO, tevlîbûna newrozê , tevlîbûna çiyayên Kurdistanê , tevlîbûna gerîlayên Kurdistanê xwe bigîhinin refê gerîlayên Kurdistanê , 4ê avrelê bigîhijine asta rojbûna Rêber APO nav me de be em di vî baweriyê de ne û dîsa bi heskirî û rêzdarî em silav dikin.
Behzat Çarçel