REQA – Hevbîna Xwebûn ya Yekîtiya Jinên Ciwan di bin duruşmeya; “Jin, Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de îro di roja xwe ya duyem û dawî de berhemên zanistî, hunerî, çandî û werzîşî berdewam dike. Jinên ciwan ji pêkhateyên ermen, suriyan, kurd û ereb ji tevahî Bakur û Rojhilatê Suriyê beşdarî hevbînê dibin.
Îro jî jinên ciwan ên ku hesin radikin hêzê xwe nîşan dan û bi taybet jî jinekî ciwan ê 14 salî 150 kîlo rakir. Mêrğan Mehmûd Hecî di asta cîhanî de hejmarê herî bilinde ê hesin radike ji bo jinên ciwan ên 14 salî. Xwîşka wî Xufran ku hesin jî radike li ser navê her duyan derbarê beşdariya jinên ciwan di vê sporê de û hêza jinê bi Nûçe Ciwan re axivî.
“Navê min Xufran Mehmûd Hecî, ez li Reqa dilîzim, eslê min ji bajarê Kobanî ye. Ez li stadiyuma navendî ya bajarê Reqa dilîzim. Me niha xelekek ji bo 8’ê adarê pêşkêş kir, jin dikare her tişt bike û sînoran jî derbas bike. Banga min ji jinê re di werzîşê de xwe bi hêz bike ji ber ku ev yek dihêle kesayet jî ava bibe û ji xwe bawerbûnê jî dide jinê. Pir kes dibêje ku rakirina hesin zirarê dide ema ne wisa ye, hêzê ava dike. Pir mirovên me gotin ku werzîş însana kurt dike, ne başe, nelîzin ema em serbilind in ji ber em hesin radikin û em xwe bihêz dikin û dirêj jî dibin, kurt namînin.”