REQA – Hevbîna Xwebûn ya Yekîtiya Jinên Ciwan di bin duruşmeya; “Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî” de duh li Reqa dest pê kir, û îro di roja xwe ya 2’yemîn û dawî de bi berhemên çandî, werzîşî, zanîstî û hunerî berdewam dike, bi tevlîbûna pêkhateyên kurd, ereb, ermen û suriyan ji tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Îro jinên ciwan helbestên xwe xwendin. Piştre, derbarê zilmê li ser jin û azadîxwaziya jin şanoyekî ji aliyê ciwan û jinên ciwan ên ereb hat pêşkêşkirin. Piştî wê dîlan, karate û rakirina hesin ji aliyê komên jinên ciwan ên ji pêkhateyên cuda hatin pêşkêşkirin. Hevbîn berdewam e.