QAMIŞLO – Amadekariyên ji bo bîranîna şehîdên serhildana 12’ê Adarê li bajarê Qamişlo hatin kirin.
Çalakî wê saet di 11:00 de dest pê bike. Di nav de maça futbolê ya dostanî ku dê tîmên parêzgeha Cizîrê û tîmên parêzgeha Dêrezorê bicivin, li qada Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo tê lidarxistin.