REQA- Li bajarê Reqa Yekîtiya Jinên Ciwan dibin duruşmeya; “Jin, Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de li ser asta Bakur Rojhilatê Suriyeyê hevbîna xwebûn li darxistin. Her wiha 2 rojan bi berhemên xwe yên hunerî û çandî ev hevbîn berdewam kir.
Ji beşdarvanên vê hevbînê jina ciwan ya Endama Komîteya Ciwan û Werzîşê yê bajarê Hesekê Betûl Semîr derbarê Hevbîna Xwebûn ji ajansa me re axivî.
Axaftina Betûl Semîr wiha ye;
Navê min Betûl Semîr e. Ez di komîteya ciwan û werzîşê yê Bajarê Hesekê de cihê xwe digrim. Em weke Yekîtiya Jinên Ciwan komxebatekî bi navê “Hevbîna Xwebûn” li darxist in. Di roja yekemîn de hîn bêhtir nîqaş li ser rewşa jin di Bakur û Rojhilatê Suriyê de jin xwe çawa pêşdixe? Tekoşîna xwe çawa dimeşîne û heya îro çawa gihişt vê astê bû. Di heman demê de weke jinên ciwan erkên me li beramberî tecrîda ku li ser Rêbertî hatiye ferz kirin çiye? Em dikarin vê tecrîdê çawa vala derbixin? Û dîsa jin jiyana xwe di nav civakê de ya esas jî di nava Bakur Rojhilatê Surî de çawa berdewam dike bû. Ji ber wek tê zanîn weke Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Ermen, Çerkes û Turkmen dewlemendiyek netewan di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de heye. Jin di nav van netewan de çawa tekoşîna xwe dimeşîne? Jiyana me di nav şoreşê de çawa derbas dibe? Em beriya şoreşê çawa bûn û niha çawa ne? Xalên esasî yê ku me li ser nîqaş dikir tecrîda li ser Rêbertî bû. Weke jinên ciwan sekna me di xeta Rêbertî çiye? Li beramberî tecrîda ku dervayî mirovahiyê, dîsa li ser esasê tecrîd şikandin û Rêbertî fîzîkî azadkirin nîqaş hatin kirin. Ev hemû di roja yekemîn de bû.
“Roja duyemîn, roja çandî, hunerî û werzîş bû. Bernameyên li ser govendên folklorî, grubên strana, helbest û di werzîşê de jî gruba têkwando û rakirina halteran û her wiha wêne xêzkirin hebû. Armanc ji vê Hevbînê ewe ku em weke jinên ciwanên ku di Bakur û Rojhilatê Suriyê cihê xwe digrin em çawa hebûna xwe îsbat dikin ji hemû aliyan de. Jin çawa tekoşîna xwe bilind dike ku bikaribe îradeya xwe bihêztir bike.
Dîsa weke jineke ciwan silavên xwe ji hemû hevalên jin yên ku li çiyayên Kurdistanê tekoşîn dikin dişînim û em ji wan re dibêjin em ji berxwedaniya we berxwedaniya xwe bilind dikin û li ser vê esasê me armanc datînin pêşiya xwe. Ev jî hemû bi saya wan hevalan e û bi saya mîrateya hevalên şehîdên azadiyê ku ji me re hiştine weke Şehîd Bişeng, Şehîd Sara, Şehîd Rûken, Şehîd Vejîn û Şehîd Weed. Em soz didin van hevalan ku emê li ser riya wan bimeşin.”