MINBIC – Îro li bajarê Minbicê ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya 12’ê adarê 2004 û serhildana ku 20 sal berî pêk hat, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi beşdariya gel, saziyên sivîl û leşkerî û tevgerên ciwan û jin çalakiyekî li darxistin.
Di dest pê kê bîranînê de beşdaran deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan rawestiyan. Piştre ji aliyê hevserokên PYD`ê Reem Derwîş û Mehnmûd Jamo ve axaftin li ser serhildana 12’ê Adarê hatin kirin.
Piştî wê sînevîzyonekî li ser serhildana 12’ê adarê hate pêşkêş kirin û axaftin li ser vê rojê hat kir. Di axaftinê de hat diyar kirin ku armanca vê komployê ew bû ku di navbera Ereb û Kurdan de nakokiyan çêbike û bi vî awayî yekîtiya gelên Sûriyê li dijî hikumetê faşîst a Baas bişkîne. Her wiha, hat destnîşan kirin ku wêrekiya xort û jin di Serhildana 12’ê Adarê û sekna wan a îro li çeperên şer ên di çarçoveya Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin de du girêkên bi hev ve girêdayî ne di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de.
Merasîm bi dirûşmeya “Bi can, bi xwîn, em bi te re ne, ey şehîd” bi dawî bû.