REQA – Îro piştî nîvro, Yekîtiya Jinên Ciwan a Reqa, di bin diruşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hemleyekî ji bo belavkirina broşurên derbarê jiyan û tekoşîna Rêber Apo di zindana Îmraliyê de, û anketek derbarê tundiya elektronîkî a ku li ser malperên medyaya dîjîtal li ser jin tê kirin.
Hemleya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” di 10’ê Cotmehê 2023’an de li dijî komployê navnetewî li 74 navendên cîhanê hat dest pê kirin. Piştî wê rêxistinên li pir deveran beşdariya xwe di vê hemleyê de ragihandin. Rêber Apo 25 sal di bin tecrîdekî giran de li girtîgeha girava Îmralî tê dîlgirtin û nêzî 3 sal in ku tu agahî ji wî nayê girtin.