TEBQA – Îro li Tebqa bi dirûşmeya “Di 20’emîn salvegera serhildana Qamişlo de em ê bi yekîtî û biratiya gelan hemû komployan pûç bikin” Desteya Ciwan û Werzîşê û Meclisa Werzîşê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a parêzgeha Tebqayê îro piştî nîvro ji bo bîranîna giyanê şehîdên 12’ê Adarê 2004 lîstokekî dostane li dar xistin.
Tîma Alsihat û Tîma Ciwanan bi hev du re lîstin. Bi amadebûna dehan welatî li lîstokgeha Şehîd Derwîş a navenda Desteya Ciwan û Werzîşê, Tîma Ciwanan bi sê golan bi du bi ser ket.
Her du tîm ji bo beşdarbûna xwe kûpan standin