NAVENDA NÛÇEYAN- Di çarçoveya çalakiyên bi boneya salvegera 20ˊan a Serhildana Qamişloyê û bîranîna Şehîdên Komkujiyê de li Qamişo û Kobanê 2 maç hatin lîstin.
Maça yekemîn, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li dar xist. Tîma Cizîrê û Tîma Dêrazorê li ser Yarîgeha Şehîdên 12ˊê Adarê ya Qamişloyê lîstin.
Bi serketina tîma Cizîrê li ser tîma Dêrazorê maç bi dawî bû.
Her wiha maça duyemîn jî li ser yarîgeha Sedaqe ya Kobanê di navbera tîma xwendekarên Zanîngeha Kobanê û tîma Desteya Ciwan û Werzîşê de hat lidarxistin.
Xwendekarên Zanîngeha Kobanê bi 7 golan li ser tîma Sedaqe bi ser ket.
Di dawiyê de tîmên beşdar bûne hatin xelatkirin.