NAVENDA NÛÇEYAN- Îro danê êvarê li gundê Çem Kurk yê Zaxo li nêzî çemê Xabûrê cenazeyê ciwanekî hate dîtin.
Rêveberê Polîsê Zaxo bi daxuyaniyekê ragihand, îro di demjimêr 17:30’ê cenazeyê ciwanekê temen 30 salî li rex çemê Xabûrê li sînorê gundê Çem Kurkê hate dîtin.
Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku tîmên lêkolînê çûn cihê ku cenazeyê ciwan lê hatiye dîtin, piştî lêkolînê derket ku nîştecihê Zaxo ye û birin Tiba Edlî ya Zaxo.