ŞEHBA – Bi boneya salvegera 20’emîn a komkujiya 12’ê adarê, li gundê Babinês ê Şehbayê Meclîsa Werzîşê û Desteya Ciwan û Werzîşê çalakiyeke werzîşî bi tevlîbûna sazî, deste û tevgerên girêdayî Rêveberiya Xweser a kantona Efrîn û Şehbayê û bi amadebûna girseyeke mezin li dar xist.
Di çalakiyê de maçeyek di navbera tîma Şebîbê û El Ixuwê de hate lîstin.
Maçeya di navbera tîma Şebîbê û tîma El Ixuwê de 5-5 bi encam bû. Her wiha, piştî maçe bi dawî bû, daxuyaniyek li ser komkujiya şehîdên serhildana 12’ê adara 2004’an, ku di encama çêkirina fîtneyekê di navbera tîma El Fituwê û tîma El Cîhad de li Qamişloyê çêbûye de bi zimanê Erebî ji aliyê lîstokvanê tîma Şebîbê Mihemed Dede ve hate xwendin û deqeyek rêzgirtin hate sekinîn. Di daxuyaniyê de şehîdên serhildana 12’ê adarê hatin bibîranîn û her wiha hat diyarkirin ku hêzên kapîtalîst hewil didin ciwanan bi rêya werzîşê armanc bigirin.
Di dawiyê de jî teqeziya jiyana hevbeş di navbera pêkhateya Ereb û Kurd de hate diyarkirin û siloganên “Bijî berxwedana Qamişlo” hatin gotin.