MINBIC – Di bin dirûşmeya “Di 20’emîn salvegera serhildana Qamişlo de em ê Komployên li dijî yekîtî û biratiya gelan têk bibin” Meclisa Werzîşê ya Minbicê ji bo bîranîna şehîdên 12’ê adarê 2004’an maçek dostane yê futbolê li dar xist.
Tîma Ewlekariya Hindurîn û Tîma Hulm, bi amadebûna hevserokên Meclîsa Werzîşê û dehan temaşevan li lîstokgeha 4’ê Nîsanê li hemberî hev du lîstin.
Di encamê de jî Tîma Hulmê bi 2 golan bi ser ket.