REQA – Meclîsa Werzîşê ya Reqa bi dirûşmeya “Di 20’emîn salvegera serhildana Qamişlo de em ê bi yekîtî û biratiya gelan hemû komployan pûç bikin” ji bo bîranîna serhildana 12’ê Adarê ya Qamişlo, maçeke dostane yê futbolê li darxist. Tîma Ciwanên Şoreşger û tîma Ciwanên PYD li hemberî hev du lîstin.
Di destpêkê de ji bo giyanê şehîdan deqayek rêz hate girtin. Piştre li ser navê Desteya Ciwan û Werzîşê axivî û tekez kir ku ev serhildan hevgirtin û hezkirina me zêdetir kiriye. Di encamê de tîma Ciwanên PYD bi 4 gol bi 1 bi serketin.