EDENE – Polîsan mudaxeleyî girseya ku li Edene Seyhanê dixwestin ku Newrozê pîroz bikin kir û bi bombeyên gazê mudaxaleyî girseya ku piraniya wan ciwan û zarok bûn kir û gule reşand hewayê. Di heman demê de kesek hat binçavkirin.
Li Taxa Denîzlî ya navçeya Seyhana Edeneyê gelê ku ji bo pîrozkirina Newrozê hatin gel hev rastî êrîşa tîmên polîsan hatin. Komek ku piranî ji ciwan û zarokan pêk dihat agirê Newrozê li taxê pêxistin û bi erbane û dirûşmeyên Bijî Serok APO govend gerandin.
Girseya ku coşa Newrozê li kolanan nîşan da, piştî demekê rastî êrîşa polîsan a bi bombeya gazê hat, ekîbên hatin qadê gule berdan hewayê. Di mudaxaleyê de ciwanê bi navê Recep Yilmaz hat binçavkirin.