NAVENDA NÛÇEYAN- Li Efrînê piştî kuştina zarokekî 15 salî ji aliyê çeteyan ve, bertek nîşanî hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hat dayîn.
Çeteyê dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê ya Efrînê zarokê Kurd ê bi navê Ehmed Xalid Mamo (15) qetil kiribû û avêtibû bîreke avê ya li ser rêya gundê Til Silorê.
Malbata zarok a li Cindirêsê duh bang li welatiyan kiribû ku saet 09:00’an li pêş navenda çeteyên “Polîsên Sivîl” a li Efrînê protesto bikin.
Malbata zarok gotibû heta kujer radestî wan nekin û neyê cezakirin, ew kurê xwe venaşêrin. Her wiha bang li xelkê Efrînê kir ku tev li protestoya wan bibin û piştgiriyê bidin xwesteka wan.
Li ser vê yekê bi dehan kesên li Efrînê mane, bertek nîşanî qetilkirina Ehmed Xalid Mamo da. Di dîmenan de ku ji Efrînê derketine, hêrsa gel a li hemberî dagirkeran diyar dibe. Her wiha xuya dibe bê çawa çete guleyan li xwepêşandêran direşînin.
Xwepêşandêrek jî vê bangê li Kurdan dike: “Heta kengî em ê werin kuştin, ji zilmê re êdî bes e, bijî berxwedana Efrînê.”
Ji ber zextên çeteyan cenaze veşartin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji bo ku pêşî li xwepêşandanan bigire, malbata zarokê bi navê Ehmed Mamo, neçar kir ku bi lez wî defin bike.