NAVENDA NÛÇEYAN- Şêniyên Kantona Firatê bi merasîmeke girseyî cenazeyê şervanê QSD’ê Şêro Kobanê (Îbrahîm Hesen Bozo) ku di 12’ê Adarê de li Dêrezorê di dema tevlî operasyona paqijkirina bermahiyên mayînan a DAÎŞ’ê bûbû şehîd bû, li Goristana Şehîd Dîcle hat veşartin.
Piştî merasîma ku bi deqeyekê rêzgirtin hat destpêkirin, Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Navçeya Qinê Şêrîn Mihemed Hisî axivî. Mihemed Hisî, soza şopandina rêya şehîd da û got, “Di her bihusteke vî axî de, xwîna şehîdekî hatiye rijandin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîna wan derkevin.”
Piştre jî endamê Meclîsa Leşkerî a Kobanê Zana Qehro axivî. Qehro, diyar kir ku şehîd Şêro ji bo parastina axa xwe bêteredûd di pêvajoyên herî zor û zehmet de berxwedanî kir û wiha domand, “Şehîd Şêro li hemberî dijminê paşverû tenê rêya berxwedaniyê şopand. Em ê jî heta dawiyê xwedî li mîrateya Şêro derkevin.”
Di dawiyê de Meclîsa Malbatên Şehîdan wesîqa şehîd xwend û radestî malbatê kir. Piştî wê jî şênî bi awayekî girseyî berê xwe dan konê sersaxiyê yê li gundê Qasimiyê yê li rojavayî Kobanê û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.