TEBQA – Îro danê sibê Yekîtiya Jinên Ciwan a parêzgeha Tebqayê li kampa Mehmûdlî kampeke jinên ciwan bi navê Amara vekir, di bin dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî” de. 25 jinên ciwan tevlî kampê bûn.
Kampê wê hefteyekî bidome û tê de dê ji endaman re gelek dersên rewşenbîrî yên ku tevkariyê li pêşkeftin û serkeftina jinan dikin werbigirin.
Armanca vê kampê belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo, naskirina jin û danasîna gelek jinên pêşeng e, da ku jin ji zihniyeta baviksalarî xwe rizgar bikin û civak li hemberî bêedaletî û koletiyê têbikoşe.