ŞEHBA – Bi boneya salvegera 20’emîn a serhildana Qamişlo ya 12’ê adarê îro li Helebê Meclîsa Werzîşê û Desteya Ciwan û Werzîşê çalakiyeke werzîşî bi tevlîbûna sazî, deste, rêveberî û tevgerên girêdayî Rêveberiya Xweser û bi amadebûna girseyeke mezin li dar xist.
Di çalakiyê de maçeyekî di navbera tîma Asayîş û tîma El Asdîqa’a de hate lîstin.
Maçeya di navbera tîma Asayîş û tîma El Asdîqa’a de 8-5 bi encam bû, bi serkeftina tîma Asayîşê.