KOLN – Ciwanên TekoJIN (Jinên Ciwanên Tekoşer) û TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) ji bo balê bikişînin ser tecrîda mutleq a girankirî ya li ser Rêber APO û azadiya fîzîkî ya wî, bi pirtûk û analîzên Rêber APO stand vekirin.
Ciwanên ku di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Çareseriya Demokratîk a Pirsgirêka Kurd” ku ji aliyê dostên xwe yên Kurd ve di 10’ê Cotmeha 2023’an de hate destpêkirin stand vekirin, pirtûkên Rêber APO bi gelê derdorê re dan nasîn.
Her wiha ciwanan der barê tecrîda girankirî ya mutleq a li ser Rêber APO ku di Sîstema Îşkenceya Îmraliyê de tê girtin û 37 meh in agahî jê nayê girtin hatin agahdarkirin.
Endama TekoJIN’ê ku li ser vê bingehê metna agahdarkirinê xwend, ev tişt got;
“Azadî ji Rêber APO re, aştî li Kurdistanê’
Em îro ji bo azadiya pêşeng, şoreşger û rêhevalekî hevgirtinê ne. Rêber APO ku di sala 2006’an de ji aliyê 3,5 milyon Kurdên cîhanê ve weke nûnerê siyasî yê gelê Kurd hat hilbijartin, ev 25 sal in bi binpêkirina mafên xwe yên mirovî di hucreyên yek kesî de tê ragirtin. Di çarçoveya komployeke navneteweyî de, di sala 1999’an de ji Balyozxaneya Yewnanîstanê ya li Kenyayê hat revandin û birin Tirkiyeyê û li wir rastî darizandineke bi hîle hat. Ji wê demê û vir ve nûnerê gelê Kurd di hucreyeke 9 metrekareyî de bêyî ku têkiliya xwe bi cîhana derve re hebe tê girtin. Hêzên navneteweyî hewl didin hêviyên gelê Kurd di 9 metrekareyan de bihêlin. Ji ber ku ne parêzer û ne jî malbata wî destûr nadin ku bi Rêber APO re hevdîtinê pêk bînin, der barê rewşa tenduristiyê û nîşanên wî yên jiyanî de jî tu agahî tune. Ji sala 2021’an û vir ve gelê Kurd, malbat û parêzerên wî ti nîşaneya jiyanê ji Rêber APO negirtine.
Ji bo çareseriyê azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêwîst e
Ev awayê hucreya yekkesî li seranserê cîhanê wekî binpêkirina mafên mirovan tê dîtin. Lê belê rêxistinên mafên mirovan ên weke Amnesti International û CPT li hemberî vê rewşê bêdengiya xwe didomînin.
Îcar çima Rêber APO dîl di destê dewleta Tirk de ye? Ji ber ku li hemberî pergala bindestî û mêtinger a heyî ya ku desthilatdariya kapîtalîst û mêtînger li ser tevahiya civakê heye, felsefeya jiyanê ya alternatîf pêş xist.
Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê ya Rêber APO ji bo hemû gelan bi taybet gelên bindest jiyaneke bi rûmet pêşkêşî dike.
Bi taybet di têkoşîna azadiya jinê de Rêber APO rê li ber jinan vekir ku li hemberî desthilatdariyên baviksalarî û zayendperest li ber xwe bidin. Diruşmeya “Jin Jiyan Azadî” ku îro li ser devê her kesî ye, bi pêşengiya Rêber APO hate destpêkirin û ji aliyê jinên Kurd ve hate gihandin cîhanê.
Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêwîst e.
Ji bo bidawîkirina qetlîama li Kurdistanê em daxwaza demildest azadkirina wî dikin!
Werin em bi hevgirtina navneteweyî dengê xwe bilind bikin!”
Ciwanan diyar kirin ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO di nava seferberiyê de ne û diyar kirin ku heta azadiya fizîkî ya Rêber APO pêk were ew ê li qadan di nava têkoşînê de bin.
Piştre ciwanan govend gerandin û bi dirûşmeyên “Bê Serok APO” û “Bê Serok Jiyan Nabe” dawî li çalakiya xwe anîn.