REQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li bajarê Reqayê îro êvarê bi şahîyekî dest bi çalakiyên pîrozkirina Cejna Newrozê kirin.
Ciwan û jinên ciwan li Cebel El-Kesrat a Reqayê li hev civiyan û agir pêxistin û tekez kirin ku ew çalakiyên xwe yên ji bo zindîkirina berxwedanê û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo didomînin. Çalakî heya dawî bi dîlanên gelêrî û folklorî û coş derbas bû.