QAMIŞLO – Îro li taxa Infersan a bajarê Qamişlo Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo pîrozkirina cejna Newrozê şahiyekî li darxist. Nêzî 150 ciwan û şêniyên taxê ji bo şahiyê li hev kom bûn, agir pêxistin û derdora wê govend girtin.
Li tevahî Kurdistanê, bi boneya nêzbûna 21’ê adarê, roja serkeftina gelên bindest a destana Newrozê, gel tax bi tax, gund, bi gund, agir pêdixe û cejna xwe pîroz dike. Di 21’ê adarê jî wê şahiyên mezin çêbibin.