NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku li Geverê li 2 nuqteyên cuda li dijî polîsên Tirk û çawişê pispor çalakiyek hatiye lidarxistin û di van çalakiyan de 3 dagirker ku 2 jê polîs û 1 çawîş pispor birîndar bûne.
Di heman demê de Înîsiyatîf li Arnavutkoya Stenbolê çalakiyek li dar xist, İnisiyatif ragihand ku 2 seyareyên faşîstan hatine şewitandin û nekarîne bên bikaranîn.
Di daxuyaniyê de der barê çalakiyê de ev agahî hatin dayîn:
“Dengê şevê li dijî mala çawîşê pispor ê artêşa Tirk a dagirker ku yekîneyên me dişopandin, çalakiyek ji du aliyan hate lidarxistin. Mala ku bi teqemeniyên destçêkirî û çekên ferdî hat lêdan, bi temamî şewitî û nekarîn bikar bînin û çawîşê pispor jî birîndar bû. Piştî çalakiyê li hemberî taxa me ji aliyê polîsên dagirker ve bi awayekî zêde êrîş hatiye lidarxistin. Tîmên me yên ku li hemberî vê êrîşê amade bûn, bi tundî bersiv dan polîsên dagirker. Wesayîta zirxî ya bi tîpa Akrep ku di çalakiyê de derbek giran lê ketibû, bi alîkariya tirimpêlê hat birin. “Du polîsên di wesayîta zirxî de bûn birîndar bûn.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê dîmenên çalakiyê piştre bên parvekirin, hat gotin, “Careke din divê neyê jibîrkirin ku dagirker û her kesên bi wan re tevdigerin hedefa me ne.”