REIMS- Ciwanên APO’yi yên li bajarê Reîms ê Fransayê dijîn, îro 1. Kongreya xwe pêk anîn. Kongreya ciwanan rastê eleqeyek mezin Kurdistaniyên ku li Reîmsê dijîn hat.
Kongreya ku di şexsê şehîd Bişeng Brûsk û şehîd Sara Hogir Riha û li ser navê hemû şehîdên şoreşê de bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Kongre bi axaftinên ku ji aliyê Serokê Parlamentoya Reîmsê û nûnerê ciwanan hatin kirin berdewam kir.
Seroka Meclîsê gotina Rêber APO ya “Me ciwan dest pê kir, em ê ciwan biqedînin” bi bîr xist û destnîşan kir ku ev têkoşîn wê bi berxwedana ciwanan bi ser bikeve. Seroka Meclîsê: “Ciwan wêrek in ku pêvajoya gelê Kurd diyar dikin. Ji bo vê jî divê ciwan li her derê rêxistinbûna xwe bidomînin, têkoşînê berdewam bikin û Rêber APO bigihînin azadiya fîzîkî.”
Di axaftina nûnerê ciwanan de ev tişt hatin gotin:
“Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Bi taybetî sala derbasbûyî di cîhanê de guherînên girîng û ji bo me geşedanên girîng pêk anîn. Em weke gelê Kurd û ciwanên Kurd di warê siyasî û polîtîk de li Rojhilata Navîn di cihekî girîng de ne. Ji ber vê yekê dijmin bi her awayî êrîş dike.” Nûnera ciwanan bal kişand ser Polîtîkayên Şerê Taybet ên dewleta Tirk a faşîst û wiha got: “Dijminê ku tevî hemû teknîka xwe nekarî di şer de encam bigire. Bi Polîtîkaya Şerê Taybet dixwaze ciwanên Kurd ji Kurdistanê derbixe. Armanca wî ya rastîn tasfiyekirina têkoşînê ye. Rêber APO ev têkoşîn bi ciwanan da destpêkirin. Ev têkoşîn hêza xwe ji ciwanan digire. Ji bo vê jî weke ciwan pêwîste haya me ji dînamîzma ciwanan hebe û rol û mîsyona ciwanan zanibin.”
Piştî vê metna vekirina meclîsa ciwanan hate xwendin.
Piştre sînevîzyona ji bo endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Bîşeng Brûsk (Rojda Bilen) û Endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan Sara Hogir (Gulsûn Silgir) ên ku di 28’ê Tîrmehê 2023 de di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bibûn, hat amadekirin, hat nîşandan.
Piştre nirxandina rêxistinî dest pê kir. Ciwanan nirxandinek kirin û bal kişandin ser girîngiya rêxistinbûnê.
Di dawiya kongreyê de meclîsek ji 21 kesan û berdevkan hate hilbijartin. Kongre bi axaftinên endamên hilbijartî bi dawî bû.