QAMIŞLO – Îro li çarxerereya Şehîd Yusif Gulo a bajarê Qamişlo Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê bi daxuyaniyakî pêşwaziya Newroza 2024 kir. Bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweser tê de amade bûn.
Di daxuyaniyê de Newroz li Rêber Apo, gelên Arî û tevahî gelên azadîxwaz hat pîrok kirin. Her wiha, plansaziya pîrozbahiyên navendî yên Newrozê hatin ragihandin. 21’ê adarê wê Newroz li Qamişlo, Heseke, Dêrîk, Tirbêspîyê, Amûdê, Dirbêsiyê, Girkê Lêge û Çilaxa bi şahiyên mezin were pîroz kirin. Pîrozbahiyên wê saet 9:00 sibê dest pê bikin. Bangawazî li tevahî gelên azadîxwaz, jinên welatparêz, kesên sosyalîst, rewşenbîr, nîvîskar û hunermend hat kirin ku tevlî qadên Newrozê bibin.
Di dawiyê daxuyaniyê de agir hat pêxistin û derdorê wê govend hat girtin.