STENBOL- Xwendekarên zanîngehê yên Stenbolê bi daxuyaniyeke çapemeniyê avakirina Meclîsa Xwendekarên Azad a Stenbolê ragihandin.
Ciwanan di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de destnîşan kirin ku ciwanan di hemû dîrokê de ji aliyê bîrdozî û zanistî ve rola pêşeng a civakê lîstine û gotin ku sîstema kapîtalîst dixwaze azadî û heqîqetê tine bike.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pergala kapîtalîst a ku civaka exlaqî û polîtîk li gel îdeolojiya azadîxwaz ji hev belav dike, dixwaze ciwanek ji nirxên civakî re bê hestiyar biafirîne û tê xwestin ku ciwanên xwendekar ji cewherê xwe dûr bixin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zanîngehên ne azad asîmîlekirina zihniyetê ye û bi polîtîkayên çewisandinê ciwan ji rastiyê û zanistê dûr dikevin û pêşeroja civakê tê hedefgirtin.
Endamên Meclisa Xwendekarên Azad ên Stenbolê diyar kirin ku ew ê li ser vê bingehê li dijî zîhniyeta faşîst, monîst, zilamê serdest têbikoşin û diyar kirin ku armanca wan a sereke ew e ku zanîngehan ji YOK û zîhniyeta dewletê ya desthilatdar rizgar bikin û bi perwerdehiya azad û zanistî ya bi zimanê dayikê zanîngehên xweser ên demokratîk ava bikin.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya ku bi du zimanên cuda yên tirkî û kurdî hat xwendin de ev daxuyanî hatin dayîn;
ZANÎNGEHÊN NE AZAD NIKARIN ZANİST Û HEQÎQETÊ TEMSÎL BİKİN
Ciwanên civakekê jî pêşeroja wê civakê temsîl dike. Ciwanên ku bi hilberîn û dînamîzma xwe siberoja civakê bi rê ve dibin, di dîrokê de rola xwe di avakirina civakê de ji aliyê bîrdozî û zanistî de lîstine û di heman demê de li hemberî diyardeyên ku li ser bingehê azadî û heqîqetê ne, weke pêşengê civakê rawestiyane. Îro desthilatdarên ku dixwazin azadî û heqîqetê, modernîteya kapîtalîst, îdeolojî û nirxên exlaqî yên azadîxwaz bixin zindanê, ji bo rastiya jiyana siyasî berovajî bike, her tiştî dike, di bin bandora lîberalîzmê de avahiya civakî ya exlaqî ya heyî ji hev belav dike. ferdan li hember darazên nirxê civakî bêhesasiyet dike, û hewl dide serdestiya jiyana ku bi tevahî takekesî ye û bi însiyatî tê daxistin. Dixwaze civakê ji cewher û rastiya wê qut bike û di bin bandora hêzên hegemonîk de bihêle.
Zanîngehên Bişavtinê (Asîmîlasyonê)
Li ser zemîneke ku rastî û zanist tê mahkûmkirin; Ciwanên Zanîngehê, di bin modernîzmeke hov (qirêj) û ferdperest de, bi polîtîkayên şerê taybet re ber bi fuhûş û tiryakê ve tên kişandin, mafê herî bingehîn ê mirovî, mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî ji dest tê girtin û sîstema perwerdehiya yekzimanî tê ferzkirin.Nirxa ku dîrok û çanda civakê hildigire, zimanê dayikê yê wê civakê ye. Pêşxistina civakekê, heta radeya ku bi nirxên wê civakê ve girêdayî ye pêş dikeve.Zimanê zikmakî jî nirxa herî xurt a civakê ye.Di qada perwerdeyê de bêparkirina ciwanan ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, asîmîlasyon û jiyana monîst û ferdperest ku modernîteya Kapîtalîst bi xwe afirandiye ferz dike.Em ku diparêzin ku azadî zagona herî bingehîn a heqîqetê ye, em ê têkoşîna li dijî yekperestî û ferdperestiyê mezin bikin û li zanîngehên demokratîk ên civaka demokratîk a pirzimanî ku ji baxçeyên bi hezaran reng pêk tê, em ê ji xwe re bikin armanc ku jiyana nû biweşînin.
DI RONAHIYA HEQÎQÊ DE JI BO AVAKIRINA JIYANA CIVAKÎ
Pergala kapîtalîst, dixwaze qeyrana ku li Kurdistanê kûr dibe û girê dide, li her derê belav bike û cîhanê bikişîne nava tarîtiya bêdawî. Civaka ku ji aliyê zihniyeta mêraniyê ve hatiye afirandin, niha xwe gihandiye xwexwarinê û bi jiyaneke hov re têne girtin.Avakirina zanist û zanîngehan a azadiya jinê yekane rêya li dijî desthilatdariya zîhniyeta serdest a mêr e.
Avakirina xweparastina me li hemberî şerê taybet ê ku sîstem û dewlet bi xwe li dijî jinên ciwan daye destpêkirin; Li dijî zext, çewisandin û her cure koletiyê li derdora jinê afirandina jiyaneke alternatîf yek ji rêgezên bingehîn ên têkoşîna ciwanan e.
Ne li malan, ne li kolanan û ne jî li kampusan ji jinan re cihekî ewle namîne.
Li ser vê yekê em di wê baweriyê de ne ku bi zelalî dîtina pirsgirêkan wê bibe sedema çareseriya kûr a pirsgirêkan û em soz didin ku em ê hemû pirsgirêkên civakê tenê di ronahiya paradîgmaya azadiya jinê de bibînin û bi bingeheke rêxistinkirî bersivê bibin(bidin).
Em dibêjin ku êdî dem dema azadiyê ye.
Em ê ciwanan, bi taybet jina ciwan ji lepên vê pergalê şiyar bikin û rizgar bikin û meşa xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.
BERSIVEK PÊŞBER Û ŞOREŞGERÎ
Mahîr, Îbo û Mazlûman karîbûn bersiva herî xurt û şoreşgerî bidin van rejîmên dijminê heqîqetê û bi qasî ku azad bûn, mejî azad û civakî kirin.Bi dilsoziya xwe ya ji bo têkoşîna xwe bûne pêşengên kevneşopiya şoreşgerî. Dikaribûn ji bo ciwanên zanîngehê hem bibin bersivek pêşeng û şoreşger û hem jî bibin rêyek pêşeng û şoreşger. Em wek mîratgirên vê rêyê; Ji bo bibe mirîya rawestan, bikeve xizmeta vê sîstemê û bi nepejirandina karakterê ku dixwaze biafirîne, ango karakterê koledar, kirasê koletiyê ku modernîteya kapîtalîst dixwaze li xwe bike bişkîne û bibe pêşeng û şoreşger. Li dijî zîhniyeta pênc hezar salî ya ku bi hêztir û mêrane bûye, bi dîtina zihniyeta wê mirovan vediguherîne mirovên mirî û redkirina wê, em ê ji bo hilweşandina dîwarê qirêj û avakirina civakeke azad di mejiyên azad de bênavber têbikoşin. Û ji bo têkoşîna me bi azweriya azadiyê mîras girtiye serketinê bîne.
EM Ê BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ ZANÎNGEHÊN AZAD, XWESER Û DEMOKRATÎK AVA BIKIN.
Em wek ciwanên xwendekar ên welatparêz jiyana nû û azad li dijî jiyana qalib û qirêj esas digirin û hêza xwe ji prensîba ku zanîn ji yekdestdariya desthilatdaran e, heqîqet ne ya kesane, aîdê mirovan e, esas digirin.Emê wek civata civakê, ango bi kurdî bibe “kom” û azad bibe û roj bi roj li dijî zîhniyeta dewletparêz, zanîngeh, YOK û Azadî, perwerdeya zanistî ya bi zimanê dayikê, rêxistinbûna xwe mezin bikin. Ji kontrola bawermendan bêpar; Em soza avakirina zanîngehên xweseriya demokratîk ên azad didin. Em ê bi hêza ku bi xwe re bibin “kom” xezîneya herî mezin û winda ya dîrokê, ji bo zigûratên di mejiyê xwe de hatine afirandin hilweşînin, em ji xwera wek erk dibînin ku mîrateya fedayî û berxwedanê di bîranîna hemû gelê xwe de biparêzin. Em dibêjin ku îro roja mezinkirina vî agirî û serketinê ye bi wî awayê em damezrandina xwe wekî Meclisa Xwendekarên Stenbolê îlan dikin.
Xwendekarên Azad yên Stenbolê