NAVENDA NÛÇEYAN – Yekitiya Ciwanên Welatparêzên Kurdîstan (YCWK) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 9’ê Adarê saet 01.00’an li Mersîn/Çavuşluyê li dijî mala kesekî ku xizmeta rejîma faşîst a AKP-MHP’ê dike çalakiyek li dar xist.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi vê çalakiyê helwestek li dijî zîhniyeta faşîst a hevkar a li Kurdistanê tê nîşandan û YCWK’ê got, “Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku rabin ser piyan.”