QAMIŞLO – Li taxa Enteriyê yê Qamişlo, bi boneya nêzbûna Newrozê, şahiyekî hat li darxistin. Ev şahî ji aliyê tevgerên civakî û Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hat li darxistin. Bi sedan ciwan û gelê taxê ji bo pîrozkirina Newrozê kom bûn. Ji bo ewlekariya şahiyê, Komîteyên Ciwanan ên Hêzên Parastina Cewherî (HPC – Ciwan) tê de amade bûn.
Di dest pê kê şahiyê de, deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşê hat girtin. Piştî wê axaftin hat kirin û Newrozê 2024’an li tevahî gel, gerîlayên li ser çiyayên Kurdistanê û Rêber Apo hat pîroz kirin. Piştre ji aliyê endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan agir hat pêxistin û gel dest bi dîlanê kir. Şahî bi coş, moral û govendên gelerî berdewam kir.