TEBQA – Bi nêzîkbûna Newrozê, bi dirûşma “Bi agirê Newrozê faşîzmê têk bibe”, îro danê êvarê Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger li navçeya Mensûra yê gundewarê Tebqayê şahiyekî li dar xistin.
Di şahiyê de wateyê Cejna Newrozê û serkeftina Kawa Hesinkar hatin şîrovekirin.
Piştî wê agir hat pêxistin û dîlanên gelerî hatin girtin.