STUTTGART – Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Bîşeng Brûsk (Rojda Bilen), endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan Sara Hogir (Gulsûn Silgir) û Şehîd Dijwar Tolhildan ku di 28’ê Tîrmehê 2023’an de di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibûn li Almanya Stuttgartê hatin bibîranîn.
Hevrêyê zindanê ya Şehîd Bişeng jî di nava gelê welatparêz de ku di pêşengiya TCŞ û TekoJIN’ê de li hev civiyan bû de bû. Rêhevalê wî yê girtîgehê ji bo Şehîd Bişeng Brûsk axivî û diyar kir ku taybetmendiya ku di Şehîd Bişeng de bala wî kişandiye, têkoşîn û morala wî ya berdewam e. Her wiha anî ziman ku dema bîranînên xwe yên bi Şehîd Bişeng re vedibêje, her tim bi ken bû.
Di bîranînê de li ser navê Tevgera Jin û tevgera ciwanan axaftin hatin kirin. Di her du axaftinan de rola ciwanan di vê pêvajoyê de û erka hembêzkirina mîrateya pêşengên ciwanan hate destnîşankirin. Hat diyarkirin ku divê her ciwan xeyalên şehîdan hembêz bike.
Piştre sînevîzyona ji bo şehîdan hatibû amadekirin hate pêşandan.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.