HELEB- Newroz ku sembola vejîn û têkoşînê ye, bi meşeke meşaleyî ya ku bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Helebê bi dirûşmeya “AGIR BERDÊ ERŞÊ FAŞÎZMÊ” hat lidarxistin, hat pîrozkirin.
Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo hemû şehîdên şoreşê bi taybet şehîdên Newrozê destpê kir.
Piştre Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan Lava axivî. Lava di destpêka axaftina xwe de cejna Newrozê li şehîdan, Rêber APO û gelê Kurd pîroz kir û got, “Di dîroka gelê Kurd de Newroz sembola vejînê ye û agir jî sembola sereke ya cejna Newrozê ye. Em dibêjin agirê Newrozê wê bi yekîtî û tifaqa ciwanan geştir bibe.”
Çalakî bi pêxistina agir û gerandina govendê bi dawî bû.