ÇILAXA- Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê li Çilaxa daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Tevgerê Mîlad Akob ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de sûcên nemirovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî projeya Rêveberiya Xweser û hêviyên gel hatin şermezarkirin û hate destnîşankirin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker wan natirsîne û nikare vîna wan bişkîne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku heta hemû herêmên dagirkirî rizgar bibin wê têkoşîn bidome.
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Efrînê” bi dawî bû.