ELÎH- Bi nêzîkbûna Newrozê re ciwanên Elîh pêxistina agirê Newrozê li kolanan didomînin. Agirê Newrozê ku her roj li taxên cuda tê pêxistin, îro li taxa 19’ê Gulanê hat pêxistin. Ciwanan çalakiya pîrozbahiyê ya ku bi sedan kes tevlî bûn, weke her car bi dirûşm û coşa xwe ve bi coş kirin.
Ciwanên Elîh ku bi pankarta “AGIR KETE ERŞÊ ROMÊ” û dirûşma “Ciwan fedaî APO ye” daketin qadan, ruhê berxwedanê yê ciwanên APO’yî careke din îspat kirin.
Bi pêxistina agirê Newrozê re, ciwan û gel bi tilîlî û sirûdên “Bijî Serok APO” govend gerandin.
Tevî ku polîsan xwest mudaxeleyî pîrozbahiyê bike jî lê heta derengiya şevê dewam kir, ciwan û gelê Êlîhê bi biryardarî û îradeya xwe ve şahiya xwe domandin.