STENBOL – Di Newroza Stenbolê de ku bi sed hezaran kes tev li bûne, ji aliyê ciwanan ve posterê Rêber APO hate vekirin.
Pîrozbahiya Newroza Stenbolê ku li qada Yenîkapiyê tê lidarxistin, bi tevlibûna sed hezaran kesan didome. Pîrozbahî bi vêxistina agirê Newrozê berdewam kilr. Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê agirê Newrozê vêxistin. Di dema vêxistina agirê Newrozê de ji qadê bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. Her wiha ji aliyê ciwanan ve posterê Rêber APO hate hilbirtin. Poster, bi nîşaneyên serkeftinê li qadê hate gerandin. Di vê navberê de coşa girseyê derket lûtkeyê.