WAN- Di pîrozbahiya li quntara Kela Wanê ya ku duh bi sed hezaran kes lê herikîn de, ciwanên welatparêz bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Bê Serok Jiyan Nabe” qad tijî kirin.
Weke pîrozbahiyên Newrozê yên li gelek qadan hatin lidarxistin, di Newroza Wanê de jî ciwanan bi coş û kelecanan pêşengî kir.Li qada ku azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate qîrîn, pankarta bi wêneyê Rêber APO û ala PKK’ê û dirûşma “Bê Serok Jiyan Nabe” ji aliyê Ciwanên Welatparêz ve hate vekirin.