ŞEHBA – Îro, roja reş ji bo gelê Efrinê, 18’ê Adarê 2018’an sedhazaran welatiyên ji vê herêma ji ber dagirkeriya dewleta Tirk koçber bûn û ji axa xwe qut bû.
Piştî 7 salan dagirkeriyê, gelê Efrîn berxwedaniya xwe li Şehba dewan dike û bi sîstema netewa demokratîk xwe birêvedibe. Îro ciwanên Efrînê li herêma Şehba, li Kampa Serdem û navçeya Ehdas derketin qadan û hersa xwe nişan dan. Bi coşek mezin sloganên “Bijî Berxwedana Efrînê”, “Bijî Berxwedana Şehba”, “Bê Serok Jiyan Nabê” û “Bijî Partiya Karkarên Kurdistan” bang kirin. Ciwan peşwaziyê meşa gel a li dijî 6 salên dagirkeriyê kirin û tevlî meşe bûn.