ŞEHBA – Bi boneya salvegera 6’emîn a dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, ciwanên Efrînê ku li Şehba koçber bûn li navçeya Ehdas daketin kolanan û bi meşeke bi meşaleyan hêrsê xwe ya li dijî dagirkirina axa xwe nîşan dan.
Meşele, alên Rêber Apo, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan, Hêzên Rizgariya Efrînê, Yekîneyên Parastina Gel û Partiya Karkerên Kurdistan hatin hildan. Sloganên “Ji bo Efrînê: Şer, Şer”, “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bê Efrîn Jiyan Nabe” hatin berz kirin.