HANNOVER – Bi wesîleya 18’ê Adarê Roja Girtiyên Siyasî yên Cîhanê bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ’ê û TekoJIN’ê meşek hat lidarxistin. Di çalakiya ku bi tevlêbûna saziyên Antîfa, TSP (Platforma Dengê Girtiyan) û ATÎK (Konfederasyona Karkerên Tirk a Ewropayê) pêk hat de, ji hemû girtiyên siyasî û di serî de ji Rêber APO re azadî hat xwestin.
Çalakger di bin pankarta “Ji Girtiyên Siyasî re Azadî” hatin cem hev û bi posterên Rêber APO, pankartên wêneyên girtiyên siyasî yên li Elmanyayê dîl hatine girtin û alên saziyan meşiyan.
Çalakgerên li dijî polîsên ku xwestin mudaxeleyî meşê bikin, bêyî ku tawîz bidin çalakiya xwe meşa xwe pêk anîn.
Di meşê de timî dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Zindana” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.