SILÊMANΖ Di çarçoveya çalakiyên ji bo pîrozbahiyên Newrozê de Jinên Ciwan ên Têkoşer û Ciwan Welatparêz li ser çiyayê Ezmer yê Silêmaniyê agirê Newrozê pêxistin.
Duh bi şev di çarçoveya çalakiyên ji bo pîrozbahiyên Newrozê de Jinên Ciwan ên Têkoşer û Ciwan Welatparêz li ser çiyayê Ezmer yê Silêmaniyê dibin dirûşmên ‘Newroz pîroz be’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin jiyan azadî’ de agirê Newrozê pêxistin.
Di çalakiyê de li ser navê ciwanan daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Wek Jinên Ciwan ên Têkoşer û Ciwanên Welatparêz ên Başûrê Kurdistanê bi bilindkirina agirê Newrozê ku herderê ronî dike, Newroza Rêber Apo, gerîlayên azadiyê û gelê Kurd pîroz dikin.”
Her wiha bang li gelê Başûrê Kurdistanê hat kirin ku di roja 21’ê Adarê de tevlî pîrozbahiya Newroza Qendîlê bibin.